Amerîkayê Mertala Mûşekî ya Patiryotê li Eyn ul Esedê bicih kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314802-amerîkayê_mertala_mûşekî_ya_patiryotê_li_eyn_ul_esedê_bicih_kir
Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê basa bicihkirina Mertala Mûşekî ya Patiryotê li baregeha leşkerî ya Eyn ul Esedê li rojavaya Iraqê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2020 11:59 Asia/Tehran
  • Amerîkayê Mertala Mûşekî ya Patiryotê li Eyn ul Esedê bicih kir

Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê basa bicihkirina Mertala Mûşekî ya Patiryotê li baregeha leşkerî ya Eyn ul Esedê li rojavaya Iraqê kirin.

Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê di hevpeyvîna digel kanala nûçan a Associated Press’ê de ragihandin ku Mertala Mûşekî ya Patiryotê û 2 mertalên mûşekên kurtbirr li baregeha hewayî ya Amerîkayê li rojavaya Iraqê hatin danînê.

Rayedarên amerîkî pêgirî kirin ku ew mertalana bi armanca piştgirîya ji hêzên hevalbendîya amerîkî û bidû êrişên mûşekî yên di Çilleya buhurî de, li baregeha Eyn ul Esedê hatin danînê.

Ligorî gotina wan rayedarên amerîkî ku nexwestin navên wan bên aşkirakirinê, mertaleke mûşekî jî li baregeha leşkerî ya wî welatî li Hewlêrê hatîye bicihkirinê.