Lêjneya Karkirinê ya Parlimana Iraqê: Miaşê karmendan heta dawîya îsal hatîye garantîkirinê
Lêjneya Karkirinê ya Parlimana Iraqê pêgirî kir ku miaşê karmendan heta dawîya îsal hatîye garantîkirinê.
Fazil Fetlawî Endamê Lêjneya Karan a Parlimana Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand nûçeyên ku dibêjin miaşê karmendan dê heta dawîya vê mehê dê amade nebe dûrî rastîyê ne û miaşê karmendan heta dawîya îsal hatîye garantîkirinê.
Fetlawî amajeyî vê yekê jî kir ku ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê û daketina bihaya niftê Iraq tûşî qeyrana darayîyê bûye lê, bandorê li dabînkirina miaşê karmendan nake çinku, hikûmet pêbendê dayîna miaşan e û ev yeka ne mijarek e ku têda destkarî were kirinê.
Ji hêla din ve, di demên buhurî de hejmarek Parlimanterên iraqî pêgirî kiribûn ku ji ber daketina bihaya niftê û belavbûna vîrûsa Koronayê, Hikûmet yê di meha bê de di warê dayîna miaşê karmendan de pêrgî kêşeyê bibe.