Mistefa Kazimî: Serwerîya Iraqê xeta me ya sor e
Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna abîna nû ya Iraqê got ku parastina serwerîya Iraqê xeta me ya sor e û Bexda yê di vî warî de ji ya xwe neyê xwarê.
Ligorî rapora Kanala Somerye News’ê, Mistefa Kazimî di yekem axavtina xwe piştî ku jibo pêkanîna kabînê hate rasipardinê, pêgirî ser parastina serwerîya welatê xwe kir û got: Mafê serwerîya Iraqê xeta me ya sor e û em dê ser wê ji gotina xwe neyên xwarê.
Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna kabîna nû ya Iraqê herwiha got: Her kes berpirsê piştgirîya ji dewleta nû jibo serketinan e.
Kazimî derbarê sîyaseta derve ya dewleta bê ya xwe derheq danuistandina digel cîhanê de jî got: Peywendîyên me digel welatên herêmê û cîhanê divê ligorî rêzgirtna dualî be.
Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna kabîna nû ya Iraqê di pişkeke axavtina xwe da jî got ku nabe çek di destê kes an koman de bin û divê tenê di pawana dewletê de bin.
Wî di dewamê de got: Têkoşîna himberî gendelîyê û gendelan û hewildana jibo vegerandina awareyan bo welêt erkeke netewî ye.
Kazimî herwiha pêgirî ser lezandina demajoya pêkanîna kabîna nû ya Iraqê kir û got: Em dê hemi hewla xwe jibo sekinîna himberî vîrûsa Koronayê û piştgirîya ji iraqîyan bi kar bînin.
Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna kabîna nû ya Iraqê kabîna bê ya Iraqê dê kabînyeke berfire be, dîyar kir: Divê bawerîya xwe li dewleta nû bînin çinku, ew dewleta bi tu awayî ne ser bi partî yan tayfeyekê ye.