Mustefa Kazimî wek berbijarê nû yê serokwezîriyê bo damezrandina kabîna Iraqê hat raspartin
Serokkomraê Iraqê, Mistefa Kazimî bo pêkanîna kabîna nû ya hikûmetê kivş kir.
Îro piştî nîvro li koşka Selamê ya bajarê Bexdayê, bi amadebûna Muhemed Helbûsî, serokê parlemana Iraqê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê, Mustefa Kazimî, serok dezgeha Istixbarata Iraqê bo pêkanîna kabûna nû ya Iraqê bijart.
Rasipartina Kazimî bo pêkanîna hikûmetê li halekê de ye ku îro Ednan Zurfî, rasipartiyê berê yê pêkanîna kabîna hikûmetê, vekişyana xwe raghand.
Mustefa Kazimî niha hemî dengê şîeyan, sunne û kurdan heye û ev çavrêtiya heye ku di mideheka kêm de kabîna hikûmetê pêk bîne.
Mustefa Kazimî, kandîdayê rasipartî yê posta serokwezîrtiya Iraqê yekim peyama xwe piştî rasipartinê ji aliyê serokkomar pêşkêş kir.
Mustefa Kazim di peyama xwe de dibêje: Bi rasipartina min bo posta serokatiya hikûmeta Iraqê ez soz didim li beramber gelê xwe yê bexşende, bo karkirina ser pêkanîna hikûmetekê ku xwesta iraqiyan dayne destûrakara xwe, serweriya niştiman û mafan biparêze û bo çareserkirina qeyranan û aboriyê bi pêşde bibe.
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê peywendiyeka telefonî tev Mustefa Kazimî, serokwezîrê rasipartî yê Iraqê cih anî.
Mesrûr Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li peywendiya telefonî tev Mustefa Kazimî serokwezîrê rasipartî yê Iraqê, piştgiriya xwe bo rasipartina wî da diyarkirin.
Di vê peywendiya telefonî de, Mesrûr Barzanî teqez kir ku bi hev re bixebitin bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêam Kurdistanê û hikûmeta federal li ser binemaya destûrê.