Mistefa Kazimî dê jibo pêkabîna kabîna nû ya Iraqê were rasipardinê
Mistefa Kazimî dê îro jibo pêkabîna kabîna nû ya Iraqê were rasipardinê.
Malpera Nûçan a Somerye News’ê ji zarê rayedarekî sîyasî yê iraqî nivîsî: Çav li rê ye ku Berhem Salih Serokomarê Iraqê îro Mistefa Kazimî jibo pêkanîna kabîna nû raspêre.
Ligorî hin nûçeyan, piştî hevdengîya komên Şîe û razîbûna Kurdan û Sunneyan ser berbijarkirina Mistefa Kazimî, Ednan Zurfî jibo wêdaçûnê qanih bûye.
Ligorî destûra bingehîn a Iraqê, Kazimî tenê di rewşa wêdaçûna Zurfî yan kutabûna mecala 30 rojî jibo bidestxistina dengê pêbawerîyê jibo kabînê li Parlimanê dikare were berbijarkirinê.
Berhem Salih di 17’ê Adarê de Ednan Zurfî jibo pêkanîna kabînê rasipard. Komên sîyasî yên iraqî ser vê bawerê ne ku ew karê Serokomarê Iraqê berovasjî destûra bingehîn bû çinku, Serokwezîr divê ji hêla fraksyona xwedîyê pirranîyê were nasandinê.