Li Bexdayê bi roketan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê kirin
Duh bi sê roketan êrîşî Balyozxana Amerîkayê ya li navçeya Kesk a Bexdayê hat kirin, lê belê roket li nêzîk avahiya balyozxanê ketin.
Sibeha duh 3 roket li nêzîkî Balyozxana Amerîkayê, ku li navça Kesk a Bexdayê ye, ketin xwarê û heta niha ziyanên wan eşkere nekirine.
Piştî vê êrîşî dijî balyozxana Amerîkayê zengila haydarkirinê hat lêxistin lê ti daxuyaniyek derbarê ziyanên wê êrîşê de eşkere nekiriye.
Piştî şehîdbûna serdaar Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê di encama kiryara terorîstî ya Amerîkayê, komên curbicur ên berxwedanê li Iraqê û parlemana vî welatî xwestin hêzên amerîkî ji Iraqê nemîn, herwiha gelek caran jî balyozxane û binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Iraqê bûne armanca êrîşên roketî yên komên nenas.