Gorneke komkî li Enbara Iraqê hat vedîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314650-gorneke_komkî_li_enbara_iraqê_hat_vedîtin
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê gorneke komkî ya leşên hêzên ewlehî û welatiyên sivîl li parêzgeha Enbarê ya rojavaya vî welatî vedîtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 06, 2020 05:03 Asia/Tehran
  • Gorneke komkî li Enbara Iraqê hat vedîtin

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê gorneke komkî ya leşên hêzên ewlehî û welatiyên sivîl li parêzgeha Enbarê ya rojavaya vî welatî vedîtin.

Li gorî rapora IRNAyê, Rêveberiya Lêzanînên leşkerî ya Wezareta Berevaniyê ya Iraqê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasiyona jinavbirina 29 veşartingehên têrorîstên DAIŞê, gorneke komkî ya leşên hêzên ewlehiyê û welatiyên sivîl li şaristana Hîtê ya rojavaya parêzgeha Enbarê hatiye vedîtin.

Li gorî vê raporê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê êrîşî ser çepera têrorîstên DAIŞê li navçeya Xûzeyê ya şaristana Hîtê kirin û di vê êrîşê da gellek çekên têrorîstan hatin bidestxistin.

NY Mijdara 2018an ragihand ku DAIŞê zêde ji 200 gornên komkî li navçeyên cûrbecûr ên Iraqê ku ji sala 2014 heta 2017 dagîr kiribûn, çêkirine.