Derbeya leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê destpê bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314490-derbeya_leşkerî_ya_amerîkayê_li_iraqê_destpê_bûye
Tirsa ji vegera leşkerî yan kiryarekî leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê roj bi rojê zêde dibe. Bi taybetî jî bidû daxwaza Wezareta Derve ya Amerîkayê ji karmendên xwe ku Balyozxana wî welatî li Bexdayê vala bikin û ji çend baregehên leşkerî vekişîn û radestî iraqîyan bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Derbeya leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê destpê bûye

Tirsa ji vegera leşkerî yan kiryarekî leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê roj bi rojê zêde dibe. Bi taybetî jî bidû daxwaza Wezareta Derve ya Amerîkayê ji karmendên xwe ku Balyozxana wî welatî li Bexdayê vala bikin û ji çend baregehên leşkerî vekişîn û radestî iraqîyan bikin.

Hin navend û hêz vê yekê wiha dinirxînin ku ew parvekirina dubare ya hêzan, xweamadekirina jibo kiryarekî leşkerî ye, lê nêrîna alîyên Şîe di vî warî de cida ye; hinek ji wan wiha pêwîst zanîne ku lêbiravane serederîyê digel vê mijarê bikin û Hikûmeta Iraqê jî di vî warî de daxwza zelalkirinê ji amerîkîyan bike. Hinek alîyên Şîe jî dibêjin ku ev yeka tenê û tenê kareteke zextê ya sîyasî ye.

Kerîm Elîwî Parlemanterê Hevalbendîya Fethê basa vê yekê kirîye ku ew karê amerîkîyan pêngaveke pêşdestane ye jibo êrişê û têkbirina baregehên leşkerî yên iraqîyan. Lewma hêzên amerîkî cihê xwe li Balyozxana wî welatî li Bexdayê qahîm kirine.

Elîwî ser vê bawerê ye ku ji ber vê hegerê hêzên aemrîkî ji çend baregehên xwe li Iraqê vekişîyan çendekên din ên mezintir jibo parastina hêz û şîyana xwe.

Hesen Şakir Keibî Parlemanterê Fraksyona Bedrê jî ser vê bawerê ye ku armanc ji belavkirina gotegota vegera leşkerî li Iraqê sepandina Ednan Zurfî Serokwezîrê rasipardî ye.

Emîr Ebdulmunim Çavdêrê Emnî li Iraqê jî dibêje ku ji ber serdestnebûna Iraqê li esmanê wî welatî, balafirên Amerîakyê bi dilê xwe li esmanê Iraqê digerin û diqewime êrişî hin cihan jî kiribin.

Çavdêrên iraqî dibêjin ku di encama mijûlbûna Iraqê bi rewşa ji ber vîrûsa Koronayê de, Amerîka jî mijûlê xwe rêkxistinê ye û jibo vê yekê para zêde ya baregehên xwe ji komên Şîe dûr dixe.