Rizayî:Her cure kiryara eskerî ya Emerîkayê li Iraqê mîna êrişa DAIŞê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314487-rizayî_her_cure_kiryara_eskerî_ya_emerîkayê_li_iraqê_mîna_êrişa_daiŞê_ye
Sekreterê Civata kivşkirina berjewendiyên nizama Îranê her cure kiryara eskerî ya Emerîkayê li Iraqê mîna êrişa DAIŞ`ê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2020 12:34 Asia/Tehran
  • Rizayî:Her cure kiryara eskerî ya Emerîkayê li Iraqê mîna êrişa DAIŞê ye

Sekreterê Civata kivşkirina berjewendiyên nizama Îranê her cure kiryara eskerî ya Emerîkayê li Iraqê mîna êrişa DAIŞ`ê da zanîn.

Mohsin Rizayî,Sekreterê  Civata kivşkirina berjewendiyên nizama Îranê roja sêşemiyê di twîtera xwe de bal kişand  ser vê yekê ku teror û destdirêjî li şikla dewletê û komê ferqa wan  tine û bi bîr xist: Bila emerîkî bi xwe ji Iraqê derkevin ne ku xelkê Iraqê dê wan derxînin. 

Piştî liv û tevegrên eskerî yên  bi şik ên Emerîkayê li guhestina hêzna li Iraqê û raporên li bara hewldana Waşengtonê bona êrişa ser hin komên berxwedana  Îslamî û Heşda Şebî, dilgiraniyên cidî li Iraqê li bara kiryarên xweser ên Emerîkayê pêk hatine. 

 Hevgav hin komên berxwedana  Îslamî yên Iraqê raghandin ku li hember van liv û tevegrên bi şik û guman  ên Emerîkayê dê bêdeng nemînin û dê bersiva  wê bidn. 

 Hin rapor liv û tevegrên nû yên eskerî yên Emerîkayê têkldarî darbeya eskerî ya muhtemel û her wiha zexta bona guhestina niêrîna siyasî li Iraqê ser xêra siyasetên Emerîkayê dane zanîn. 

 France Pressê duşemiyê şev eşkere kir Emerîkayê sîstema berevaniya mûşekî ya patriotê li meqera eskerî ya xwe li Hewlêrê û mqera Eyn Esed li parzêgeha Enbara Iraqê bi cih kir. 

 Ev alûgor li halekê diqewmn ku hevalbendiya navdewletî ya nasiyar bi li djî DAIŞê bi serkirdetiya Emerîkayê roja yekşemê li bara derketina hêzên xwe ji meqera K1 a Kerkûkê li bakurê Iraqê û radestkirina kelûmelên wê bo hêzên ewlehiyê yên dewleta Bexdayê agahî da.