Heşda Şebî êrişa DAIŞê li Diyalê bê encam hêşt
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314464-heşda_Şebî_êrişa_daiŞê_li_diyalê_bê_encam_hêşt
Duh Êvarê komek ji terorîstên DAIŞê hewl dida êrişî ser parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê bike ku rastî bersiva lezgîn a hêzên Heşda Şebî hat û ev êrişa wê têk çû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2020 04:18 Asia/Tehran
  • Heşda Şebî êrişa DAIŞê li Diyalê bê encam hêşt

Duh Êvarê komek ji terorîstên DAIŞê hewl dida êrişî ser parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê bike ku rastî bersiva lezgîn a hêzên Heşda Şebî hat û ev êrişa wê têk çû.

Heşda Şebî duh bi daxuyaniyekê ragihand ku terorîstên DAIŞê dil hebûn êrişî ser Neftxanê li parêzgeha Diyalê bikin ku rastî bersiva hêzên Heşda Şebî hatin û neçar man birevin. Eva êrişa sêyem a Koma Terorîstî ya DAIŞê bû ku li van sê rojên dawiyê li parêzgeha Diyalê cih anî.

Duh jî hêzên Heşda Şebî li parêzgeha Enbarê êrişa terorîstên DAIŞê li vê parêzgehê bê encam kir.

Koma Terorîst a DAIŞê sala 2014 bi alîkariya malî û sîlahî ya Amerîkayê û hevpeymanên wê li navçê yên wekî Erebistan, Tirkiye û Qeterê hin beşên mezin ji axa Iraqê li bakur û rojavayê vî welatî dagîr kirin ku Hêzên iraqî bi alîkariya şêwirkarên leşkerî û sîlahî yên Îranê û bisya pêkhatina Heşda Şebî li gor fetwaya ayetullah Sîstanî li sala 2014,  karîn vê koma terorîst li vî welatî têk biben ku bajarê Rawe ya Iraqê li parêzgeha Enbarê devera herî dawî bû ku 17 Teşrîna 2017 ji bin destê vê koma terorîst hat derxistin.