Heşda Şebî êrişa DAIŞê li Enbarê bê encam hêşt
Adar 30, 2020 08:44 Asia/Tehran
Komek ji terorîstên DAIŞê hewl dida êrişî ser hêzên Heşda Şebiya Iraqê li rojavayê parêzgeha Enbarê bike ku rastî bersiva lezgîn a hêzên Heşda Şebî hat.
Heşda Şebî îro ragihand ku terorîstên DAIŞê li rojavayê parêzgeha Enbarê li ser sînorê SÛriyê û Iraqê ev êrişa xwe ya bê encam cih anî.
Alîkarê fermandeyê Heşda Şebiya parêzgeha Enbarê Ehmed Nesrullah jî got: Komek ji terorîstên DAIŞê hewl dida êrişî ser hêzên Heşda Şebiya Iraqê li rojavayê parêzgeha Enbarê bike ku rastî bersiva lezgîn a hêzên taqbura 18 ya Heşda Şebî hat.
Duh jî hêzên Heşda Şebî û polîsê Fedral a Iraqê komploya terorîstên DAIŞê ji bo ketina nav bajarê Samerayê bê encam kir.