Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê: Mexmûr di nava xetereyê de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314418-rêxistina_mafên_mirovan_a_herêma_cizîrê_mexmûr_di_nava_xetereyê_de_ye
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê li bakura Sûriyê hişyarî da ku heger hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê ambargoya li ser kampa Mexmûrê raneke dê ji ber Koronayê karesatên mirovî pêk werin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2020 14:15 Asia/Tehran
  • Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê: Mexmûr di nava xetereyê de ye

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê li bakura Sûriyê hişyarî da ku heger hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê ambargoya li ser kampa Mexmûrê raneke dê ji ber Koronayê karesatên mirovî pêk werin.

Ji 18`ê Tîrmeha 2019`an ve hikumeta Herêma Kurdistanê ambargoyê li ser Kampa Mexmûrê ferz dike. Ev yek piştî ku cîgirê konsolê Tirkiyê yê Hewlerê 17`ê Tîrmeha 2019`an hat kuştin de pêk hat.

Meclisa Gel a Kampa Mexmûrê di çarçoveya alîkariya bergiriyên li hember vîrusa koronayê (Covid-19) di 27`ê Adarê de nameyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi rê kir. Meclisê di nama xwe de li hember vîrusê banga alîkariyê kir. Di nameyê de hat gotin ku madeyên tenduristiyê, dêzênfektekirinê û pêwîstiyên tenduristiyê mîna mask û lepikan pêwîstiyên wan ên sereke ne.

‘Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma jî diyar kir ku li gorî zagonên navneteweyî yên parastina mafên mirovan ku divê hemû berpirsên kampan girîngiyê bidin kesên ku di kampan de dijîn. Evîn Cûma got: divê hemû alîkariyên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin û wiha dewam kir: "Ferzkirina ambargoyê li ser kampê di vê demê de pêvajoya xetereyeke pir mezin li ser penaberên di kampê de dike.”

Evîn Cûma bang li rêxistinên pêwendîdar jî kir ku erka xwe ya mirovî li beramberî kesên di kampê de bi cih bîne, ambargoyê rake û xizmetên pêwîst pêşkêş bike.

Li gorî rêveberiya kampê niştecihên kampê nêzî 12 hezarî ne. Tevî ku kamp di bin çavdêriya komseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî, ji sala 2015`an ve tu alîkar û pêwîstiyên tenduristî ji bo kampê nehatine kirin.