Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê êrşa DAIŞê ser Samerayê bêencam kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314415-hêzên_ewlehiyê_yên_iraqê_êrşa_daiŞê_ser_samerayê_bêencam_kirin
Hêzên Heşda Şebî û polîsê Iraqê li operasyoneka hevpar, komploya terorîstên DAIŞ`ê bo derbasbûna nav başûrê Samerayê bêencam kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 29, 2020 12:29 Asia/Tehran
  • Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê êrşa DAIŞê ser Samerayê bêencam kirin

Hêzên Heşda Şebî û polîsê Iraqê li operasyoneka hevpar, komploya terorîstên DAIŞ`ê bo derbasbûna nav başûrê Samerayê bêencam kirin.

 Li gorî rapora roja yekşemê ya IRNA`yê, çavkaniyên iraqî raghandin hêzên Heşda Şebî û hêzên polîsê Iraqê du tûnelên  ku zeliqîne hev yên terorîstên DAIŞê ku têde çek û sîleh, kelûmel û teqemenî hebûn li Samera û Kerkûkê keşf û zevt kirin.  Li gor nûçeyeka din, polîsê Iraqê veşargehên koma terorîstî ya DAIŞê li bakurê rojhilata Beqûbê navenda parêzgeha Diyalê dan ber êrişan. 

 Hêzên Heşda Şebî li rojên buhurî jî li operasyonekê ewlehiya heşt navçan li parzêgeha Diyala Iraqê bi paqijkirina terorîstên DAIŞê dabîn kirin. 

 Rêxistina Heşda Şebî hêza herî giring a operasyonî li Iraqê li dijî terorîstên DAIŞ`ê tê hesabê.