Piştgiriya serokwezîrê Iraqê ji Heşda Şebî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314378-piştgiriya_serokwezîrê_iraqê_ji_heşda_Şebî
Berbijarê posta sserokwezîriya Iraqê li Twittera xwe de Heşda Şebî wek rêxistineke leşkerî û qanûnî bi nav kir ku li gor xwesteka netewê Iraqê ji bo şer û xebata li hemberî terorîzm û ji bo rizgarkirina Iraqê pêk hatiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2020 05:33 Asia/Tehran
  • Piştgiriya serokwezîrê Iraqê ji Heşda Şebî

Berbijarê posta sserokwezîriya Iraqê li Twittera xwe de Heşda Şebî wek rêxistineke leşkerî û qanûnî bi nav kir ku li gor xwesteka netewê Iraqê ji bo şer û xebata li hemberî terorîzm û ji bo rizgarkirina Iraqê pêk hatiye.

Serokvezîrê raspartî yê Iraqê Ednan el-Zurufî li rûpela xwe ya Twitterê de nivîsiye: Heşda Şebî rêxistineke leşkerî û qanûnî ye ku li gor xwesteka netewê Iraqê ji bo şer û xebata li hemberî terorîzm û ji bo rizgarkirina Iraqê pêk hatiye.

El-Zurufî herwiha nivîsiye: Me li nivîsandina qanûna bingehîn beşdarî kiriye û wek wezîfe û erka neteweyî li ser milê me em ê ji Heşda Şebî piştgiriyê bikin û bûdceya pêdivî me ji vê yekê re berçav girtiye. Heşda Şebî rêxistineke bi hêz e ku fidakarî û dostaniya wê ji bo Iraq û iraqiyan wê berdewam bike.