Kedkarên balyozxana Emerîkayê ji Iraqê derdikevin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314362-kedkarên_balyozxana_emerîkayê_ji_iraqê_derdikevin
Balyozxana Emerîkayê li Bexdayê raghand Wezareta derve ya Emerîkayê ferman daye kedkarên xwe li Bexdayê û Hewlêrê bila ji Iraqê derkevin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2020 13:00 Asia/Tehran
  • Kedkarên balyozxana Emerîkayê ji Iraqê derdikevin

Balyozxana Emerîkayê li Bexdayê raghand Wezareta derve ya Emerîkayê ferman daye kedkarên xwe li Bexdayê û Hewlêrê bila ji Iraqê derkevin.

 Li daxûyaniya balyozxana  Emerîkayê li Bexdayê hatiye ji ber komek ji rewşa ewlehiyê û seferkirinê li encama êpîdemiya vîrûsa koronayê, fermana vegeryana kedkarên balyozxanê û navenda piştgiriya dîplomatîk li Bexdayê û konsûlxana Emerîkayê li Hewlêrê hatiye dayîn. 

 Di vê daxûyaniyê hatiye: Xizmetên vîzeyê li Bexda û Hewlêrê tim li halê rawestandinê ne. 

 Di eynî demê de hevalbendiya navdewletî ya qaşo li dijî DAIŞê li Iraqê û Sûriyê bi serkirdetiya Emerîkayê li bara rawestandina xebatên xwe li Iraqê ji ber hegerên ewlehiyê û belavbûna vîrûsa koronayê agahî da. 

 Li gor dawîn amaran, heta niha zêde ji 536 hezar kes li cîhanê tûşî vê vîrûsê bûne ku ji vê hejmarê zêde ji 124 hezar kes baş bûne û herîkêm 24 hezar kes jî canê xwe ji dest dane.