Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Iraqê êrişa Amerîkayê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i314026-fermandetîya_opêrasyona_hevpar_a_iraqê_êrişa_amerîkayê_şermezar_kir
Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Iraqê derbarê êrişên vê dawîyê yên Amerîkayê ser baregehên Heşdi Şeibîyê da hişyar da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 14, 2020 14:22 Asia/Tehran
  • Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Iraqê êrişa Amerîkayê şermezar kir

Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Iraqê derbarê êrişên vê dawîyê yên Amerîkayê ser baregehên Heşdi Şeibîyê da hişyar da.

Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Iraqê ser bi Wezareta Berevanîya vî welatî di daxûyanîyekê de êrişên hewayî yên Amerîkayê ser baregehên Hêzên Heşdi Şeibî, Polîs û Artêşê yên Iraqê binpêkirina xala şirîkatîya digel Hevalbendîya Navnetewî zanî û ew karê Amerîkayê zorbêjîya aşkira ya Amerîkayê wesif kir ku di encamê de Hêzên Komando yên Çiqa 19 ya Artêşê, Baregeha Çiqa 46 a Heşdi Şeibîyê û Çiqa Sêyem a Polîsên Babilê li deverên Cerf ul Nesr, Seîdat, Bêhbihanî û Avahîyên Pêşeya Leşkerî ya Al Alşeterê li parêzgeha Babilê û balafirgeha di halê avakirinê de ya Kerbelayê li cadeya di navbera vê parêzgehê û Necefê de bûne armanca êrişa balafirên cengê yên Amerîkayê. 

Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Iraqê tevî şermezarkirina zorbêjîya leşkerî ya Amerîkayê bi êrişa ser sazî û dezgehên leşkerî yên wî welatî ragihand: Ev heceta ku êrişa ser wan baregehana wek bersivek himberî kiryara bikîn a dijî baregeha Al Tacîyê bûye, heceteke pûç e û ne tenê rêçareyekê jibo kontrolkirina rewşê raber nake, belkî dibe sedema dijwarbûn û xirabbûna rewşa ewlehîya welêt û her kesî dixe ber xeter û gefên zêdetir.

Di dewama wê daxûyanîya Fermandetîya Opêrasyona Hevpar a Iraqê de hatîye: Ew êrişa zorbêjane berowajî her cure şirîkatî yan rêzgirtina li serwerîya û ewlehîya ax, esman û welatîyên Iraqê ye û yê dûhatên wisa hebin ku heke neyên kontrolkirinê û rêz li vîn û sîyaseta welatê Iraqê neyê girtin, yê bi xeterên herîgiran jibo her kesî reng vede.

Seyîd Emmar Hekîm Rêberê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê jî şeva buhurî êrişa hewayî ya Amerîkayê ser baregehên hêzên Heşdi Şeibî û Ewlehîyê li deverên curbicur ên Iraqê û binpêkirina serwerîya vî welatî şermezar kir.

Rêberê Tevgera Sedir a Iraqê Muqteda Sedir jî di peyamekê de xwest ku alî ser hemdê xwe bin, xwe ji gêre û pevçûnê dûr ragirin û aştî li Iraqê were berfirekirinê.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm jî wek berteka himberî êrişên şeva buhurî yên Amerîkayê, ferman da ku Balyozên vî welatî û Ingilîsê li Bexdayê werin bankirinê.