Iraqê balyozên Amerîka û Englîsê vexwendin wezareta derve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313998-iraqê_balyozên_amerîka_û_englîsê_vexwendin_wezareta_derve
Li pey êrîşa esmanî ya Amerîkayê ser baregehên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, wezîrê karên derve yê vî welatî îro Înê balyozên Amerîka û Englîsê li Bexdayê vexwendin wezareta derve.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2020 14:08 Asia/Tehran
  • Iraqê balyozên Amerîka û Englîsê vexwendin wezareta derve

Li pey êrîşa esmanî ya Amerîkayê ser baregehên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, wezîrê karên derve yê vî welatî îro Înê balyozên Amerîka û Englîsê li Bexdayê vexwendin wezareta derve.

Ligorî rapora Sumeriye Newsê, Wezîrê karên derve yê Iraqê îro civîneke awarte digel nûner û şêwirmendên vê wezaretxanê pêk anî da ku kiryarên derbarê vê êrîşa Amerîkayê hilkolîne.

Wî her wiha balyozên Amerîka û Englîsê jibo şirovedana derbarê vê êrîşê hazir kirin.

Pêştir jî endamekî parlimana Iraqê qala destpêkirina komkirina îmzeyên nûneran bi armanca lidarxistina civîna awarte û hilêxistina helwêsteke rohn û ciddî derbarê binpêkirina hakimiyeta Amerîkayê ji aliyê Amerîkayê va kiribû.