Emar Hekîm: Bila Iraq nebe qada kêşe û pevçûnên siyasî û leşkerî
Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê tevî daxwaza ji dewletê jibo piştevaniya ji hakimiyeta welêt, derbarî veguehrîna Iraqê bo qada şêrr hişyarî da.
Li gorî rapora ILNAyê, Emar Hekîm, Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê îro Îniyê bi weşandina daxuyaniyekê nivîsî: Em Binpêkirina qasa esmanî ya
Iraqê ji aliyê firokeyên biyanî va û bombebaran baregehên Heşda şeibî û hêzên ewlehiyê li bajarên Kerbela û Babil û Selahedînê û hin navendên bajarî
şermezar dikin.Rêberê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê nivîsî: Em ku hişyariyê didin bila Iraqê nebe qada pevçûnên siyasî û leşkerî, ji dewleta Iraqê dixwazin ku rola
xwe ya durust jibo parastina ji heysiyet û heymeneya welêt û piştgiriya ji hakimiyeta wê li hemberî her cûre destdirêjiyekê cih bîne.Amerîkayê pêştir bi êrîşên xwe baregehên Heşda Şeibiyê li çar navçeyan (Ceref Nesr, Mesîb, Neceb û Iskenderiye) da ber bombeyan.