Balafirên şêr ên Amerîkayê pêgehên Heşda Şebiya Iraqê bombebaran kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313975-balafirên_şêr_ên_amerîkayê_pêgehên_heşda_Şebiya_iraqê_bombebaran_kirin
Çavkaniyên Iraqî vê sibeyê diyarkirin ku balafirên şêr ên Amerîkayê li parêzgehên Selahedîn, Babil, Besre, Kerbela û Wasit êrişî ser bargehên Heşda Şebî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 13, 2020 05:48 Asia/Tehran
  • Balafirên şêr ên Amerîkayê pêgehên Heşda Şebiya Iraqê bombebaran kirin

Çavkaniyên Iraqî vê sibeyê diyarkirin ku balafirên şêr ên Amerîkayê li parêzgehên Selahedîn, Babil, Besre, Kerbela û Wasit êrişî ser bargehên Heşda Şebî kirin.

Artêşa Amerîkayê nîvê şeva çûyî li Iraqê bi balefirên cengî êrişî ser bargeh û pêgehên Heşda Şebî xist. Hîn li bara kuştî û birîndarên van êrişan ti nûçeyek neketiye dest. 

Çavkaniyekî leşkerî yê Amerîkayê ji AFP'ê re axivî û diyar kir, piştî ku roja Çarşemê bi êrişa roketî ser bargeha Tacî li parêzgeha Selahedîna Iraqê 2 leşkerên amerîkî û leşkerekî Îngilizî hatin kuştin û 26 leşker jî birîndar bûn, wan êrişa hewayî kirine.Piştî êrişa ser bargeha Tacî ku leşkerên Amerîkî tê de ne, rayedarên Amerîkayê Heşda Şebî sebebkarê vê êrişê dan nasandin. 

Çavkaniyê leşkerî diyar kir ku wan bi taybetî li depoyên çekan xistine, lê agahiyên berfireh parve nekir.

Roja Çarşemê li dijî baregeheke nêzî Bexdayê êrişa bi roketan hatibû kirin û 2 leşkerên Emerîkî û yekî Îngiliz hatibûn kuştin . Li gorî Koalîsyona Navneteweyî bi giştî 18 caran êrişa bi roketan hate kirin. Di êrişê de 26 kes jî birîndar bûn. Nehate eşkerekirin ku birîndar ji kîjan neteweyê ne. Êriş ji aliyê rêveberên Iraqî û Neteweyên Yekbûyî ve hate şermezarkirin.

Çend saet piştî êrişa bi roketan, li qadeke li başûrê bajarê Bûkemalê yê Sûriyê, ku li ser sînorê Iraqê ye 10 caran teqîn çêbû. Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan herî kêm "26 şervanên Iraqî" yên Haşdî Şabî jiyana xwe ji dest dan. Saziya Çavdêriyê ragihand ku êrişa hewayî ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hatiye kirin.

Heşda şebiya Iraqê ku sala 2014 li gor fetwaya merceyên şîyî yên Iraqê ji wan ayetullah Sîstanî li dijî DAIŞê pêk hat wek bereya berxwedanê ya sereke li Iraqê li ber komployên ameperyalîstî yên Amerîka û Rejîma Siyonîstî rawestaye.

Şerokê Pentagonê Mark Esper roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê got, "Alternatîf hemû li ser maseyê ne". Esper diyar kir ku Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp ji bo "cihanîna pêngava tişta pêwîst" erk hemû dan wî.