Êrişa hewayî ser meqerên Heşda Şebî li Bûkemala Sûriyê
Çavkaniyên sûrî li bara êrişa balefirên ku diqewime yên Emerîkayê bin ser meqerên Heşda Şebî nêzîkî sînorê navbera Sûriyê û Iraqê agahî dan.
Televîzyona dewletî ya Sûriyê raghand balefirên ku muhtemel e yên hevalbendiya navdewletî bi serkirdetiya Emerîkayê bin, vê sibê hin navçên başûrê rojhilata Bûkemalê bombebaran kirin.
Malpera nûçan a Rûsiya El-Yewmê, hêza hewayî ya hevalbendiya bi serkirdetiya Emerîkayê sebebkarê êrişa ser meqerên Heşda Şebî raghand.
Kanala Meyadînê jî li bara geştlêdana berfireh a balefirên cengê yên emerîkî ser esmanê parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê agahî da û got:Esmanê meqera Eyn Esedê jî şehedê firîna helîkopteran e.
Eva li halekê ye ku medya iraqî çarşemiyê şevê li bara avêtina 10 rokêtan ber bi meqera eskerî ya El-Taciyê ku cihê damezrîna hejmarek ji hêzên terorîst yên Emerîkayê li Iraqê ye, agahî dan. Rayedarên emerîkî kuştina du eskerên vî welatî, eskerekî inglîzî û birîndarbûna 12 kesên din li encama vê êrişa roketî piştrsat kirin.