Sedir bo Trump: Te vîrusa Koronayê belav kir
Rêberê Tevgera Sedir, Serokê Amerîkayê bi belavkirina vîrusa Koronayê sûçdar dike û dibêje, “Ji ber ku ev vîrus zêdetir tûşî dijberên Amerîkayê bûye, vêca belavkirina wê karê vî welatî ye.”
Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir, di twîttekê de li hejmara xwe ya taybet, ragihand, “Daxuyeniyeke Trump ku gotibû, ‘Me karên mezin li dijî vîrusa Koronayê encam dan, rewş xeraptir dibû eger me ew kar nekiriba’ bala min kişand.”
Muqteda Sedir di wê twîtta xwe de, Donald Trump tawanbar dike û dibêje, “Trump, te û hevşêweyên te sûçdar in bi belavkirina vê nexweşiyê, ji ber ku ev nexweşî zêdetir tûşî dijberên Amerîkayê bûye. Trump heta duh te digot, Amerîka mezintirîn împaratoriya cîhanê ye, teror têk biriye, lê îro tu şer dikî li dijî vîruseke ku bi çav jî nayê dîtin. Divê tu ji xwe şerm bikî.”
Rêberê Tevgera Sedir li Iraqê amaje bi wê dike, “Trump, te cîhan tijî kir ji şer, dagirkarî û hejariyê, îro jî bangeşe bo wê dikî, tu yê bibêjî tu çareserkerî? Ev nexweşî tenê ji ber siyaseta xelet a te belav bû û em tenê pena bo Xwedê dibin û her çareseriyek ji aliyê te û kompaniyên te ve naxwazin.”
Li gor dawîn amarên Tendirustiya Iraqê, heta niha 72 kes li Iraq û Herêma Kurdistanê tûşî vîrusa Koronayê bûne û 16 ji wan tûşbûyan çak bûne û 9 tûşbûyan jî canê xwe ji dest dane.