Bargeha artêşa Emerîkayê li Îraqê hat mûşekbarankirin
Adar 12, 2020 04:44 Asia/Tehran
Navenda Ragehandinê ya Cengî li Îraqê di daxuyanîyekê de ragehand, Bargeha Tacî li bakûrê Bexda hate mûşekbarankirin ku ew bargeh ji alîyê hêzên Emeîrkayê ve tê bikarhînan.
Di daxuyanîyê de hatîye, piştî wê mûşekbaranê otombêlek ji corê Kiya Pînko li başûrê Raşdîye hatîye dîtin ku bingeha mûşekan li ser bûye û sê roketên neteqî jî di nav de hebûn.
Heya niha ti alîyekê berpirsatiya vê êrişê ne girtiye sikura xwe.
Di dema çend mehên bûrî de, berjewendiyên Emerîkayê li Îraqê bûne armanca zincîre êrişên mûşekî. Li beranberê vê yekê jî, Waşintunê tuhemeta encamdana van êrişên mûşekî avêtiye sikura Heşda Şebiya Iraqê.