Ayetullah Sîstanî xwest bila civînên olî ji ber belavbûna Koronayê neyên lidarxistin
Merceyê derecebilind ê Iraqê Ayetullah Sîstanî xwest bila civînên olî û nimêja cemaetê (komî) ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê û jibo girtina pêşiya wê neyên lidarxistin.
Li gor IRIB Newsê, Merceyê derecebilind ê Iraqê ayetullah seyd Elî Sîstanî îro li Necefa Eşref di bersiva pirsa nûçegihanan de derbarê lidarxistina nimêjên komî hevdemê belavbûna vîrûsa Koronayê got: Gişk divê bi berçavgirtina mesele û mijarên tendirustî pêşgîriya berbelavbûna vîrûs û nexewiyên ku ji hevdu digirin, bikin.
Serokwezîrê pêşvebirina karûbarên Iraqê Adil Ebdulmehdî jî xwest ku bila welat azmûnên welatên din di warê girtina pêşiya berbelavbûna vîrûsa Koronayê de bikar bîne.
Wezareta Tendirustiya Iraqê van rojên dawiyê ragihand ku zêde ji 50 kes li Iraqê bi vîrûsa Koronayê ketine ku 4 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane.
Vîrûsa Koronayê ku navê wê yê zanistî Kovîd-9 ye ji bo cara yekem li bajarê Wûhana çînê hat dîtin û wer diyar e ku çavkaniya wê heywan in. Heya niha ev vîrûsa li zêde ji 110 welatan belav bûye. Li gor bîlançoya herî dawiyê heya niha 111 hezar kes li cîhanê bi vê vîrûdê ketine ku zêde ji 62 hezar kesên wan baş bûne û nêzîkî 38 hezar kesan jî can dane.Piraniya kesên ku bi vê vîrûsê ketine li Çînê ne.