Li Iraqê 6 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313901-li_iraqê_6_kesên_din_bi_vîrusa_koronayê_ketin
Wezareta Tendirustiya Iraqê ragihand, îro piştî wergirtina encamên pişkinînên koronavirusê, 6 haletên nû yên tûşbûna bi vê vîrusê li 6 parêzgehên cuda yên Iraqê hatine piştrastkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 10, 2020 04:57 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 6 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiya Iraqê ragihand, îro piştî wergirtina encamên pişkinînên koronavirusê, 6 haletên nû yên tûşbûna bi vê vîrusê li 6 parêzgehên cuda yên Iraqê hatine piştrastkirin.

Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ew 6 kes ji parêzgehên Musena, Enbar, Zîqar, Bexda, Necef û Mîsanê ne û diyar kir, ku îro li her yek ji wan parêzgehan tûşbûna kesekê bi vîrusa COVID-19 hatiye piştrastkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Iraqê, hejmara tûşbûyên vîrusa Koronayê ji destpêkê ve heta niha li wî welatî gihîştiye 61 kesan, ku 6 kes ji wan heta niha canê xwe ji dest daye.

Vê Wezaretê herwiha diyar kiriye ku heta niha li Bexdayê 2 kes û li her yek ji parêzgehên Mîsan, Babil, Kerbela û Silêmaniyê jî kesek ji ber tûşbûna bi vîrusa COVID-19 mirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Wezareta Tendirustiya Iraqê hemû rêkarên pêwîst pêk anîne û li gor protokolên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) serederiyê li gel haletên tûşbûnê dike û xizmetguzariyên pêwîst ên pizîşkiyê pêşkêşî wan dike.

Wezareta Tendirustiya Iraqê, tekezî li ser cîbicîkirina biryar û rênimayiyên komîteya dîwanî ya bi hejmara 55 a sala 2020 û lêpirsîna li gel aliyên binpêkar dike.

Li Iraqê ku hejmara tûşbûyên vîrusa COVID-19 heta niha gihîştiye 61 kesan, 5 kes bi tevahî baş bûne.