Daxwaza fermî ya serokwezîrê raspartî yê Iraqê bo îbtalkirina mafê welatîbûna brîtanyayî
Serokwezîrê raspartî yê Iraqê berebrê civîna dengê pêbaweriya meclisa nuneran bo kabîna pêşniyarkirî ya wî bi fermî xwest ku bila mafê welatîbûna wî ya brîtanyayî bê îbtalkirin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê ajansa fermî ya Waiê, Muhemed Tofîq Elawî serokwezîrê raspartî yê damezrandina kabîna nû ya dewleta federal a vî welatî îro pêncşemiyê daxwaza fermî ya îbtalkirina mafê welatîbûna xwe ya brîtanyayî raberî Îstefan Hîkîm balyozê vî welatî li Bexdayê kir.
Eva li halekê ye ku serokwezîrê raspartî yê damezrandina dewleta nû ya Iraqê duh li peyamekê li twîtera xwe de tevî raghandina viya ku civîna taybet a meclisa nuneran a vî welatî bo dengê baweriyê bo kabîna wî ya pêşniyarkirî îro tê lidarxistin û destnîşan kir ku eva yekim kabîna pêkhatî ji berbijarên serbixwe tê hesabê.