Serokê Parlemana Iraqê: Rûniştina pêncşemê nayê wateya lihevkirina ser kabîneya nû ya dewletê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i313577-serokê_parlemana_iraqê_rûniştina_pêncşemê_nayê_wateya_lihevkirina_ser_kabîneya_nû_ya_dewletê
Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî duh êvarê desnîşan kir: Divê were berçavgirtin ku lidarketina rûniştina dengwergirtina baweriyê ya îro li meclisê nayê wateya lihevkirina ji bo pejirandina dewleta nû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2020 06:05 Asia/Tehran
  • Serokê Parlemana Iraqê: Rûniştina pêncşemê nayê wateya lihevkirina ser kabîneya nû ya dewletê

Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî duh êvarê desnîşan kir: Divê were berçavgirtin ku lidarketina rûniştina dengwergirtina baweriyê ya îro li meclisê nayê wateya lihevkirina ji bo pejirandina dewleta nû.

Mihemed Helbûsîli hevpeyvîna bi Someriya Newsê re got: Ez ê sibê (îro pêncşem)  li rûniştina meclisê beşdar bibim, lê ev rûniştin nayê wateya lihevkirina ser kabîneya nû ya dewleta Ellawî.

Serokê Parlemana Iraqê herwiha diyar kir ku biryara Hevpeymaniya Ehlê Sunetê ya Hêzên Iraqê ji bo beşdarîkirin li rûniştinê an jî boykotkirina wê li destê wan bi xwe ye. Wî herwiha got ku ti lihevkirineke kurdî-sune li bara dewleta nû li holê nîne.

Mihemed Helbûsî wek serokê Hevpeymaniya Ehê Sunetê ya bi navê «Yeketiya Hêzên Iraqê» û partî û komên kurdî li parlemanê dijberên sereke yên dewleta ellawî ne. dijberên Ellawî dibêjin ku wî li bijartina wezîran qet daxwazên wan berçav negirtiye. Her ji ber vê yekê şeva borî Hevpeymaniya Ehê Sunetê ya bi navê «Yeketiya Hêzên Iraqê» got ku li rûniştina pêncşemê ya dengdayîna baweriyê ji bo kabîneya Ellawî wê denê na bide.

Ellawî duh navê wezîrên kabîneya xwe radestî Meclisa Iraqê kir.