Mihemed Elawî pêşniyara zêdekirina par û pişka kurdan kiriye
Sibat 24, 2020 04:55 Asia/Tehran
Mihemed Tewfîq Elawî serokwezîrê rasipartî yê Iraqê pêşniyara zêdekirina par û pişka kurdan li wezaretxaneyan kiriye.
Şîrwan Mîrza parlementerê kurd li parlimana Iraqê aşkira kir ku di nav gotûbêjan da Mihemed Elawî soz daye ku eger aliyên kurd razî bin ku ew bixwe berbijaran bibijêre, dê pişka kurdan li wezaretan zêde bibe.
Wî got ku Elawî soz daye ku pişka kurdan ji sê wezaretan bike çar, lê aliyên kurd ev yek nepejirandine.
Şîrvan Mîrza her wiha got ku wezareta ku biryar e bo kurdan lê zêde bike, dê werzareta dewletê be bo kar û barên Herêma Kurdistanê.