Tevgera Sedr û neraziyan jibo pêkanîna aramiyê û paşvekişiyana Kumşînan li hev kirin
Çalakên nasyar ên nerazîtiyên gelanî li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê û hin nûnerên Tevgera Sedr piştî çend rojan pevçûnê derbarê pêkanîna aramiyê li hev kirin.
Li gorî rapora ISNAyê, Neraziyên Meydana Azadiyê (tehrîr) a bexdayê û Ebu Dua Îsawî Nûnerê serokê Tevgera Sedr di civînekê da derbaerê hin mijaran li hev kirin.
Îsawî di vê civînê da soz da ku Kumşîn anku hêzên ser bi Tevgera Sedr ji qadên itirazê paşve bikişin û berpirsiyariya dabînkirina ewlehiyê bispêrin hêzên ewlehiyê yên Iraqê.
Her wiha xwenîşander hatin haydarkirin ku heke dijayetiya xwenîşanderan bi Mihemed Tewfîq Elawî serokwezîrê erkdarkirî bidome, Hevpeymaniya Sairûnê ya ser bi Tevgera Sedr, îmkana jêstandina dengê Pêbaweriyê ji Elawî li parlimanê hildikolîne.
Di eynî demê da li gorî rapora herî nû ya Komîsiyona Mafên Mirovan a Iraqê, ji destpêka xwenîşandana Iraqiyan dijî dewletê di Cotmeha bihurî da, herîkêm 542 kes hatine kuştin.
Vê komîsuiyonê ragihand ku teror li dijî 22 çalakan pêk hatine û ev di rewşekê da ye ku haya kesî ji çarenivîsa 72 kesan tune û renge hîn di hebsa wan koman da na ku ewna girtine.