Serokwezîrê nû yê Iraqê: Xwîna iraqîyan Xeta Sor a me ye
Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna dewleta nû ya Iraqê pêgirî kir ku xwîna iraqîyan tenha Xeta Sor a me ye û ez dijî her cure êrişa ser xwenîşanderên nerazî me.
Mihemed Tofîq Ellawî Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna dewleta nû ya Iraqêîro herwiha got: Bexda yê bi zûtirkê lêkolînên ciddî derbarê her cure êrişa ser xwenîşanderan de destpê bike û sebebkaran jî ceza bike.
Ellawî herwiha got ku dabînkirina daxwazên biaştî yên nerazîyan ewlewîyeta dewleta nû ye.
Ellawî herwiha got ku tişta li Iraqê diqewime mimkin e bandorê li cihanîna berpirsîyên me bike.
Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna dewleta nû ya Iraqê herwiha got ku xwîna iraqîyan tenha Xeta Sor a me ye û ez jibo cezakirina êrişkerên ser xwenîşanderên iraqî ciddî me û tişta ku jibo min girîng e, hewildana jibo girtina pêşîya kaşkirina welêt ber bi rewşeke xirab û nedîyar ve ye.
Wî herwiha got ku ew jibo amadekarîyên kivşkirina dema hilbijartina zûdem ciddî ye.
Mihemed Tofîq Ellawî herwiha got ku dewletê heta vê gavê ji ber ku pêkhateya wê nekemilîye, desthilatek tineye.