Rawêjkarîya Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê digel komên sîyasî jibo pêkanîna kabîna nû
Serokwezîrê rasipardî jibo pêkanîna kabîna Iraqê di civînên cida digel komên sîyasî de, plan û helwestên dewleta pêşerojê şirove kirin.
Mihemed Beldawî Cîgirê Serokê Fraksyona Sadiqûnê li Parlimana Iraqê amajeyî muzakireya Mihemed Tofîq Ellawî Serokwezîrê nû digel komên sîyasî jibo pêkanîna kabînê kir û got: Rawêjkarîyên rasipardîyê pêkanîna kabîna nû ya Iraqê jibo agahdarkirina komên sîyasî ji planên dewletê û pêngavên jibo têkoşîna dijî gendelîyê û demajoya çaksazîyan e.
Hamid Mûsewî Parlimanterê Hevalbendîya Al Fethê jî got: Komên sîyasî lihev kirine ku derfeta tam jibo Ellawî bê dayînê û Hevalbendîya Al Fethê jî hîç destwerdanekê di karên dewleta nû de yê neke û hîç wezîrekî jî nasepîne.
Kerîm Elîwî Parlimanterê din ê Hevalbendîya Fethê jî got: Ew Hevalbendîya yê hîç destwerdanekê di bijartina wezîrên kabîna Ellawî de neke.