Waşengtonê gefa bolokekirina hemî diravên Bexadyê xwar
Çile 12, 2020 14:18 Asia/Tehran
Waşengtonê gefa bolokekirina hemî diravên Bexadyê li banka navendî ya Emerîkayê xwar. Eva jî li berteka zext û zora ser Emerîkayê bona vekişandina hêzên xwe ji Iraqê cih hatiye.
Rojnama Wall Street Journalê ya Emerîkayê, raporek têkildarî gefa li dijî Iraqê ji ber zext û zora ser Emerîkayê bo vekişandina hêzên xwe ji Iraqê belav kir.
Li raporê hatiye amajekirin ku Emerîka teqez dike hêzên xwe heta demeke dirêjtir li Iraqê xweyî bike.
Serokkomarê Emerîkayê raghandiye ku ger zext û zorê bînin ser me ku hêzên xwe ji Iraqê vekişnin, Emerîka jî dê li berteka vê zext û zorê, dê bi milyaran dolar diravê Emerîkayê li bankên xwe bloke bike.