Teqezkirina hevalbendiya El-Benayê ser derketina eskerên emerîkî ji axa Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312131-teqezkirina_hevalbendiya_el_benayê_ser_derketina_eskerên_emerîkî_ji_axa_iraqê
Nunerê hevalbendiya El-Benayê ya Iraqê, kiryara Emerîkayê ya piştrastkirina mayîna eskerên vî welatî li axa Iraqê wek ragihandina şêr da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 11, 2020 12:25 Asia/Tehran
  • Teqezkirina hevalbendiya El-Benayê ser derketina eskerên emerîkî ji axa Iraqê

Nunerê hevalbendiya El-Benayê ya Iraqê, kiryara Emerîkayê ya piştrastkirina mayîna eskerên vî welatî li axa Iraqê wek ragihandina şêr da zanîn.

Li gorî rapora Fars News`ê, Muhemed El-Beldawî, nunerê hevalbendiya El-Benayê ya Iraqê îro Şemiyê got: Iraq bona parastina serweriya xwe û derxistina eskerên emerîkî dê li navend û dadgehên navdewletî dozê veke.

El-Beldawî her wiha bal kişand ser gotûbêja telefonî ya Adil  Ebdulmehdî serokwezîrê dewletakarrêkxer ê Iraqê û Mayk Pompêo wezîrê derve yê Emerîkayê got: Ebdulmehdî ji Pompêo xwest ku hin nuneran bişîne Bexdayê bona hilkolandin û amadekirina mekanzîma derxistina eskerên emerîkî.

 El-Beldawî destnîşan kir: Eskerên emerîkî bêyî îzna dewleta Iraqê tên vî welatî û balefirên emerîkî bêyî îzn li esmîn difrin.

Ji ber terorkirina serdar Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis di 3ê Çileyê da, nûnrên Parlimana Iraqê Yekşemiya bihurî, 5ê Çileya 2020, pêşnumaya derxistina çekdarên amerîkî ji axa Iraqê pesend kirin.