Heşdi Şeibî: Em di asta herîbilind a şîyan, amadebûn û hevgirtinê da ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312121-heşdi_Şeibî_em_di_asta_herîbilind_a_şîyan_amadebûn_û_hevgirtinê_da_ne
Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand ku hêzên wê sazîyê hela jî di asta herîbilind a şîyan, amadebûn û hevgirtinê da ne.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çile 11, 2020 07:33 Asia/Tehran
  • Heşdi Şeibî: Em di asta herîbilind a şîyan, amadebûn û hevgirtinê da ne

Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand ku hêzên wê sazîyê hela jî di asta herîbilind a şîyan, amadebûn û hevgirtinê da ne.

Di daxûyanîya Heşdi Şeibîyê da hatîye: Fermandeyên opêrasyonê, Rêvebir û Cîgirên Fermandeyên Heşdi Şeibîyê roja înîyê civînek lidar xistin û alûgurên têkildarî têrora şehîd Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê wê hêzê hilkolandin.

Heşdi Şeibîyê ragihand: Pişikdarên wê civînê pêgirî kirin ku hêzên wê hela jî di asta herîbilind a hêz, amadebûn û hevgirtinê da ne û şehîdbûna Ebûmehdî Muhendis digel fermandeyê mezin ê islamê şehîd Qasim silêmanî û şehîdên din, vê morala meinewî dide hemî têkoşeran ku bi dilnîyayî pêngavan di vê rêkê de hilînin.

Di dewama daxûyanîya Heşdi Şeibîyê da amajeyî vê yekê hatîye kirinê ku armanca têkoşerên Heşdi Şeibîyê piştgirîya ji gelê Iraqê ye û pêgirî hatîye kirin ku Heşdi Şeibî weke pişkeke hêzên çekdar di bin fermana Fermandetîya Hêzên Çekdar a Iraqê da ye.

Heşdi Şeibîyê herwiha qedrê hemî gel û komên iraqî yên pişikdarê merasima rakirin û definkirina meytên şehîdên wê hêzên taybetî jî qedrê Ayetullah Seyîd-Elî Sîstanî Merceyê Pillebilind ê Dînî yê Iraqê girt.