Zêdebûna tevdîrên ewlehiyê li parêzgeha Zîqarê piştî vexwendina ji bo xwenîşandanê
Piştî ku çalakên warê siyasî ji xelkê parêzgeha Zîqarê xwest xwenîşandana milyonî ya nerizamendiyê li navenda vê parêzgehê li dar bêxin, tevdîrên ewlehiyê zêde bûn.
Berpirsekî ewlehiyê ya Iraqê ji ajansa nûçeyan a Someriya Newsê re got: Piştî ku çalakên warê siyasî ji xelkê Iraqê xwestin îro li bajarê Nasiriyê navenda parêzgeha Zîqarê xwenîşandana milyonî ya nerizamendiyê li dar bêxin, hejmareke zav jihêzên ewlehiyê yên Iraqê li riyên hatûçûnê yê Nasiriyê bi cih bûn.
Vî berpirsê ewlehiyê got: Hevdemê civîna neraziyan li meydana El-Hubûbî berbendên ewlehiyê li deverên curbicur ên bajarê Nasiriyê hatin danîn.
Aktîv û lîderên neraziyan duh ji xelkê Iraqê xwestin ku îro înê li Bexda û parêzgehên navnedî û başûrî yên Iraqê nerizamendî û xwenîşandanên milyonî li dar bêxin.
Van aktîvan bal kişandin ser kuştiyên sê mehên borî yên nerazî û standina heyfa xwîna wan ji kujeran, navê xwenîşandan îro danîbûn "Xwenîşandan Tolhildanê".