Ayetullah Sîstanî daxwaza raberkirina rêçareya siyasî bo çareserkirina qeyranê li navçê kir
Merceyê dercebilind ê şîeyên Iraqê daxwaz ji hemî aliyên siyasî kir ku li dû rêçareya siyasî ji bo çareserkirina qeyranê li navçê bin.
Îro gotarbêjê înê yê Kerbelayê Ehmed Safî gotara mercêyê derecebilind ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî ya derbarê rewşa naha ya welat de xwand.
Elî Sîstanî ragehand, hewla aliyan bo pêşvexistina berjiwendiyên xwe dibe sedemê kûrbûna nakokiyan û çaresernebûna wan û hemû alî jî dê ji wan hewldanan zererê bibînin.
Ayetullah Sîstanî binpêkirina serweriya neteweyî ya Iraqê rexne kir û ew li encama qeyrna navxweyî li vî welatî da zanîn û ji aliyên iraqî xwest ku bila berjewendiyên kesane wêde daynin û bi hev re bibin yek.
Merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê heftiya buhurî jî bi şermezarkirina êrişa Emerîkayê ser meqerên Heşda Şebî şermezar kir û operasyon a eskerî ya Emerîkayê li Iraqê weke binpêkirina serweriya vî welatî da zanîn.