Peywendiya telefonî ya berpirsê siyaseta derve ya YE bi serokwezîrê Iraqê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312101-peywendiya_telefonî_ya_berpirsê_siyaseta_derve_ya_ye_bi_serokwezîrê_iraqê_re
Nivîsgeha Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê li daxûyaniyekê raghand ku Cozêf Borêl berpirsê siyaseta derve ya YE îro bi Ebdulmehdî re bi riya telefonî axifî û alûgurên Iraqê û navçê hilkoland.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2020 12:52 Asia/Tehran
  • Peywendiya telefonî ya berpirsê siyaseta derve ya YE bi serokwezîrê Iraqê re

Nivîsgeha Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê li daxûyaniyekê raghand ku Cozêf Borêl berpirsê siyaseta derve ya YE îro bi Ebdulmehdî re bi riya telefonî axifî û alûgurên Iraqê û navçê hilkoland.

 Li daxûyaniya nivîsgeha Ebdulmehdî hatiye ku her du alî li vê peywendiya telefonî qeyrana niha  û rêçareyên hevkariyê bo cihhatina agirbesê û girtina  pêşiya her cure aloziyê hilkolandin. 

 Ebdulmehdî teqez kir ku aloziya niha li navçê ser qezanca ewlehî û aramiya navçê nîne û divê bona dûyragirtina navçê û cîhanê ji talûkeyên şêr her karekî bikin. Wî her wiha helwêsta Iraqê li bara derketina hêzên biyanî ji vî welatî û hewldanên dewletê bona parastina ewlehî û aramiya welêt û hakimiyeta neteweyî ya wê teqez kir. 

Berpirsê siyaseta derve ya YE jî li bara xeterên rewşa niha hişyarî da û ser pêwîstiya jinavbirina aloziyê teqez kir. Wî got ku wezîrên derve yên YE dê bi zûtirkê li Brukselê civîna awarte bona hilkolandina rewşa Iraqê li dar xînin û têde dê daxûyaniyeka hevpar li bara teqezkirina ser yekperçetî û serweriya Iraqê bidin.