Êrişa hewayî ya Îsraîlê ser bargehên Heşda Şebiya Iraqê
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku li nêzîkiya sînorê Iraq û Sûriyê bargehên Heşda Şebiya Iraqê kete ber êrişa hewayî.
Televîziyona Al-Mayadeen a Lubnanê şeva borî ragihand ku teqîneke bi hêz li nêzîkiya sînorê Iraq û Sûriyê qewmî û ragihand ku li gor raporên despêkê ev teqîn ji ber bombebarankirina hewayî bûye.
Televîziyona El-Îticah ya Iraqê jî ragihand ku balafirên îsraîlî şeva borî çeper û bingehên Heşda Şebiya Iraqê li nêzîkiya sînorê vî welatî û Sûriyê kirin hedef .
Heşda Şebiya Iraqê li şerê dijî terorîstên ku Amerîka û Îsraîl û hin welatên erebî piştgiriya wan dike bi taybet dijî DAIŞê roleke girîng lîstiye . Berî viya jî balafirên Îsraîlê û bi taybet yên bê pîlot ji bo piştgiriya ji terorîstan çendîn caran bargehên Heşda Şebî li Iraqê bombebaran û mûşekbaran kirine.
Berî viya Adil Ebdulmehdî serokwezîrê karbirêxer ê Iraqê diyar kiribû ku Îsraîlê çendîn caran êrişî ser Heşda Şebî kiriye.