Êrişa hewayî ya Îsraîlê ser bargehên Heşda Şebiya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312089-Êrişa_hewayî_ya_Îsraîlê_ser_bargehên_heşda_Şebiya_iraqê
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku li nêzîkiya sînorê Iraq û Sûriyê bargehên Heşda Şebiya Iraqê kete ber êrişa hewayî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2020 06:47 Asia/Tehran
  • Êrişa hewayî ya Îsraîlê ser bargehên Heşda Şebiya Iraqê

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku li nêzîkiya sînorê Iraq û Sûriyê bargehên Heşda Şebiya Iraqê kete ber êrişa hewayî.

Televîziyona Al-Mayadeen a Lubnanê şeva borî ragihand ku teqîneke bi hêz li nêzîkiya sînorê Iraq û Sûriyê qewmî û ragihand ku li gor raporên despêkê ev teqîn ji ber bombebarankirina hewayî bûye.

Televîziyona El-Îticah ya Iraqê jî ragihand ku balafirên îsraîlî şeva borî çeper û bingehên Heşda Şebiya Iraqê li nêzîkiya sînorê vî welatî û Sûriyê kirin hedef .

Heşda Şebiya Iraqê li şerê dijî terorîstên ku Amerîka û Îsraîl û hin welatên erebî piştgiriya wan dike bi taybet dijî DAIŞê roleke girîng lîstiye . Berî viya jî balafirên Îsraîlê û bi taybet yên bê pîlot ji bo piştgiriya ji terorîstan çendîn caran bargehên Heşda Şebî li Iraqê bombebaran û mûşekbaran kirine. 

Berî viya Adil Ebdulmehdî serokwezîrê karbirêxer  ê Iraqê diyar kiribû ku Îsraîlê çendîn caran êrişî ser Heşda Şebî kiriye.