Esayib Ehl El Heq: Emê bersiveke bi rastî dijwar bidin desdirêjkaran
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312072-esayib_ehl_el_heq_emê_bersiveke_bi_rastî_dijwar_bidin_desdirêjkaran
Fermandeyekî Esayib Ehl El Heq ya Iraqêgot: Avêtina roketên katyuşayê bo navça Kesk a Bexdayê karê komên berxwedanê nîne û bersiva me bo desdirêjkaran bi rastî dijwar bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2020 15:02 Asia/Tehran
  • Esayib Ehl El Heq: Emê bersiveke bi rastî dijwar bidin desdirêjkaran

Fermandeyekî Esayib Ehl El Heq ya Iraqêgot: Avêtina roketên katyuşayê bo navça Kesk a Bexdayê karê komên berxwedanê nîne û bersiva me bo desdirêjkaran bi rastî dijwar bibe.

Li gor Websayta El-Melûme Cewad Telbiyawî Fermandeyekî Esayib Ehl El Heq  ragihand ku ti yek ji komên Heşda Şebî pêwendiya xwe bi avêtina roketan yên vê dawiyê bo devera Kesk a Bexdayê tinen û wan ji dema şehîdbûna serdar Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê di encama êrişa hewayî ya artêşa terorîst û dagîrker a Amerîkayê de li Bexdayê, ti operasiyon an hewldaneke leşkerî pêk neaniye.

Wî got ku komên berxwedanê êdî qet ji roketên Katiyuşayê îstifade nakin, heta di operasiyonên sade jî kêrhatiya van roketan tinen.Bersiva komên berxwedanê bi rastî jî wê dijwar bibe.

Şeva borî du roketên Katiyuşayê li devera kesk a Bexdayê û li nêzîkî balyuzxana Amerîkayê ketin.