Kêmbûna hejmara eskerên spanyayî li Iraqê
Piştî kiryara cinayetkarane ya Emerîkayê û gurrbûna aloziyan li rojava Asiyayê, Spanyayê li bara guhestina hejmarek ji eskerên xwe ji Iraqê bo Kuweytê ji ber dilgiraniyên ewlehiyê agahî da.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya malpera raghandinê ya Daily Postê, piştî giranbûna qeyranê li navçê piştî êrişa terorîstî ya Emerîkayê û şehadeta serdar Qasim Sulêymanî fermandê hêza Qudsê ya Sipahê ya Îranê, Karmend Kalo,alîkarê serokwezîrê Spanyayê destnîşan kir: Eskerên ku di mewqiyên bi talûke de bûn berê xwe dane Kuweytê û hejmareka kêm jî hêz li wir mane.
Piştî gefa ewlehiyê ya Îranê derheq tolhildana giran ji Emerîkayê ku siba çarşemiyê beşek ji wê cih hat, welatên Slowonî, Lêtonî û Kirovasî jî îro raghandin ku hêzên xwe ji Iraqê derdixînin.
Ji ber terorkirina serdar Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis û bûyerên vê dawiyê, Parlemana Iraqê, bi amadebûna fermandeyê giştî yê Hêzên Çekdar, Adil Ebdulmehdî, biryara derxistina hêzên biyanî ji Iraqê dabû.