Sedir xwest ji bo bidawîanîna mayîna dagîrkieran li Iraqê gavên cidî werin avêtin
Serokê bizava Sedir ya Iraqê Muqteda Sedir şeva borî xwest ku bila rayedarên iraqî gavên cidî ji bo kutakirina mayîna hêzên biyanî ji wan hêzên amerîkî di nav Iraqê de rakin.
Serokê bizava Sedir ya Iraqê Muqteda Sedir di daxuyaniyekê de ragihand, iraqî divê bi hêz û qawet ji bo kutakirina mayîna dagîrkeran di nav Iraqê de gavan rakin û kutayiyê bidin mudaxileyên wan li karûbarên Iraqê.
Herwiha bal kişand ser arambûna rewşê heya astekê li navçê û xwest bila aliyên siyasî yên Iraqê bi lez hikûmeta xwe pêk bînin.
Muqteda Sedir di daxuyaniya xwe de ragihandiye, piştî lêxistina derbê li Amerîkayê ji aliyê Îranê ve û axivtina Trump ya devberdana ji gefxwarina li Îranê êdî dema wê ye aliyên Iraqî hikûmeta xwe pêk bîne û serwerî û serxwebûna Iraqê biparêzin.
Piştî kiryara terorîstî ya Amerîkayê li babeta şehîdkirina serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê, parlemanterên Iraqê roja yekşemê bi piraniya dengan pêşnûmaya derketina hêzên amerîkî ji nav Iraqê pesind kir.