Fermandetiya hêzên çekdar ên Iraqê: Me haje bersiva Îranê bo Emerîkayê hebû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312038-fermandetiya_hêzên_çekdar_ên_iraqê_me_haje_bersiva_Îranê_bo_emerîkayê_hebû
Berdevkê fermandetiya giştî ya Hêzên çekdar ên Iraqê ragihand ku Bexda piştî nîva şeva Çarşemiyê peyama zarekî û fermî ya Têhranê bo destpêkirina operasyona li dijî meqerên hêzên emerîkî wergirtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 08, 2020 12:49 Asia/Tehran
  •  Fermandetiya hêzên çekdar ên Iraqê: Me haje bersiva Îranê  bo Emerîkayê hebû

Berdevkê fermandetiya giştî ya Hêzên çekdar ên Iraqê ragihand ku Bexda piştî nîva şeva Çarşemiyê peyama zarekî û fermî ya Têhranê bo destpêkirina operasyona li dijî meqerên hêzên emerîkî wergirtin.

 Fermandetiya giştî ya Hêzên çekdar ên Iraqê ragihand me peymana zarekî û fermî ya Îranê li bara dayîna bersiva terora Sulêymanî wergirtin û li vê barê me hişyarî da fermandeyên eskerî yên Iraqê ku baldariyên pêdivî bikin. 

 Fermandetiya artêşa Iraqê got: Heta niha me tu raporek li bara xisarên canî yên muhtemel ji aliyê Iraqê û her wiha hêzên hevalbendiyê  wernegirtiye.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Serokwezîrê Iraqê peywendiyên navxwe û derveyî yên curbicur bona  kontrolkirina vê meselê û girtina pêşiya şêr pêk anîn.