Fermandetiya hêzên çekdar ên Iraqê: Me haje bersiva Îranê bo Emerîkayê hebû
Çile 08, 2020 12:49 Asia/Tehran
Berdevkê fermandetiya giştî ya Hêzên çekdar ên Iraqê ragihand ku Bexda piştî nîva şeva Çarşemiyê peyama zarekî û fermî ya Têhranê bo destpêkirina operasyona li dijî meqerên hêzên emerîkî wergirtin.
Fermandetiya giştî ya Hêzên çekdar ên Iraqê ragihand me peymana zarekî û fermî ya Îranê li bara dayîna bersiva terora Sulêymanî wergirtin û li vê barê me hişyarî da fermandeyên eskerî yên Iraqê ku baldariyên pêdivî bikin.
Fermandetiya artêşa Iraqê got: Heta niha me tu raporek li bara xisarên canî yên muhtemel ji aliyê Iraqê û her wiha hêzên hevalbendiyê wernegirtiye.
Li vê daxûyaniyê hatiye: Serokwezîrê Iraqê peywendiyên navxwe û derveyî yên curbicur bona kontrolkirina vê meselê û girtina pêşiya şêr pêk anîn.