Xezelî: Niha dema wê ye ku Iraq bersiva Emerîkayê bide
Çile 08, 2020 12:10 Asia/Tehran
Emîndarê Tevgera 'Esaibê Ehlê Heq' ya Iraqê got: Îranê bersiva kuştina Sulêymnaî da û niha dema wê ye ku Iraq bersiva Emerîkayê bide.
Qeys Xezelî, Emîndarê Tevgera 'Esaibê Ehlê Heq' ya Iraqê hişyarî da ku bersiva Iraqê bo Emerîkayê ji bersiva îro ya Îranê tundtir dibe.
Qeys Xezelî li daxûyaniyekê de raghand: Em sozê didin bersiva Iraqê bo kuştina Ebû Mehdî Muhendis kêmtir nebe ji bersiva Îro ya Îranê ji ber ku Iraq xwediyê şeref û xîretê ye.
Emîndarê Tevgera 'Esaibê Ehlê Heq' ya Iraqê her wiha dibêje Îro Îran bersiva kuştina Qasim Sulêymanî da niha dema wê hatiye ku Iraq bersiva Emerîkayê bide.