Lidarxistina merasiam bibîranîna şehîd Ebûmehdî Muhendis li qesra Serokwezîrtîya Iraqê
Merasiam bibîranîna şehîd Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Heşdi Şeibî ya Iraqê li qesra Serokwezîrtîya vî welatî hat lidarxistin.
Di vê merasimê de ku Adil Ebdulmehdî Serokwezîrê Kar-rêkxer ê Iraqê jî pişikdar bû, pişikdaran qedrê Parlimanê ji ber pejirandina biryarnama derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê girtin.
Serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî got: Kiryara vê dawîyê ya Amerîkayê ya şehîdkirina serdar Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Heçdi Şeibîya Iraqê cinayeteke mezin a cengî ji hêla Amerîkayê va bû ku hertim dew û doza piştgirîya ji azadî, dêmokirasî û qanûnên navnetewî dike.
Ehmed Esed parlimanterê iraqî jî di vê merasimê de pêgirî kir ku êrişên têrorîstî yên Amerîkayê yê bibin sedema xurtbûna zêdetir a Hêzên Berxwedanê.