Esper: Em ji Iraqê venakişin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i312002-esper_em_ji_iraqê_venakişin
Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Esper diyar kir ku ew hêzên xwe ji Iraqê venakişînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2020 13:18 Asia/Tehran
  • Esper: Em ji Iraqê venakişin

Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Esper diyar kir ku ew hêzên xwe ji Iraqê venakişînin.

Berî vê yekê hatibû ragihandin ku fermandarê hêzên Amerîkayê yên li Iraqê Wiliam H. Seely li nameyekê ji hikûmeta Iraqê re diyar kiriye ku leşkerên koalîsyona têkoşîna li dijî DAIŞ’ê yên li Iraqê li ser daxwaza parlemana Iraqê û serokwezîrtiya vî welatî wê ji Iraqê vekişin.

Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Esper ev nûşeya derew da zanîn û ew red kir.

Esper diyar kir ku haya wî ji nameyê nîne û got, "Nizanim ku ev nameyeke çawa ye. Em hewl didin bibînin ku name ji ku derketiye." Esper anî ziman ku ji bo vekişîna ji Iraqê  biryarek nehatiye girtin.