Almanya hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311998-almanya_hêzên_xwe_ji_iraqê_vedikişîne
Ji ber aloziya piştî terorkirina serdar Qasim Silêmanî, Almanyayê ragihand ku ew ê hin hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 07, 2020 10:59 Asia/Tehran
  • Almanya hêzên xwe ji Iraqê vedikişîne

Ji ber aloziya piştî terorkirina serdar Qasim Silêmanî, Almanyayê ragihand ku ew ê hin hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê ji AFP`ê re diyar kir ku nêzî 30 leşkerên li Bexda û El-Tacî dê ji Iraqê vekişînin û bişînin Urdun û Kuwêtê û diyar kir ku vekişandin dê di demeke nêz de dest pê bike.

Ajansa nûçeyan a Almanyayê DPA jî ragihand ku wezîra parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer û wezîrê derve yê vî welatî Heiko Maasli nameyek ji bo pelemanterên vî welatî re nivîsîne ku hêzên Almanyayê yên li Bexda û El-Tacî dê werin kêmkirin. Almanyayê 120 hêzên xwe şandine Iraqê ku  27 hêzên almanî li Tacî ya 30 Km bakura Bexdayê ne û 90 hêz jî li Kurdistana Iraqê.

Van du rayedarên almanî di vî halî de gotine ku bi dewleta Iraqê re ser perwerdekirina hêzên vî welatî wê muzakire bikin. 

Duh nameyek ji artêşa Amerîkayê belav bû û tê de Iraq hate agahdarkirin ku dest bi tedbîrên vekişandina wan ji Iraqê bike, lê Pantagonê ew yek derewand û wiha da zanîn: "Ew niyet nake ku ji Iraqê derkeve."

Piştî kiryara terorîstî ya Amerîkayê li babeta şehîdkirina serdar sipehbud Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipayê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê û Ebûmehdî Muhendis cîgirê serokê Heşda Şebiya Iraqê û 8 kesên din li nêzîkiya Bexdayê, parlemanterên Iraqê roja yekşemê bi piraniya dengan pêşnûmaya derketina hêzên amerîkî ji nav Iraqê pesind kir. Her wiha Îranê jî Amerîka hişyar kir ku ji ber vê kiryara terorîstî ya amerîkiyan wê toleke mezin ji vî welatî rake .

Piştî pesindbûna vê pêşnûmayê li parlemana Iraqê Trump gef xwar ku eger Bexda bihêle hêzên Amerîkayê ji Iraqê derkevin wê cezayên giran li Iraqê bispîne.