Parlemana Iraqê deng da derxistina hêzên amerîkî ji wî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i311946-parlemana_iraqê_deng_da_derxistina_hêzên_amerîkî_ji_wî_welatî
Parlamentoya Iraqê li ser projeya-yasaya ku “derxistina hêzên biyanî ji Iraqê” lixwe digire biryar da. Civîna Parlamentoyê bi beşdariya 170 parlementeran dest pê kir û proje-yasaya derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê hat pesendkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 05, 2020 14:57 Asia/Tehran
  • Parlemana Iraqê deng da derxistina hêzên amerîkî ji wî welatî

Parlamentoya Iraqê li ser projeya-yasaya ku “derxistina hêzên biyanî ji Iraqê” lixwe digire biryar da. Civîna Parlamentoyê bi beşdariya 170 parlementeran dest pê kir û proje-yasaya derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê hat pesendkirin.

Parlementoya Iraqê li ser kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis û “derxistina hêzên Amerîkayê ji Iraqê” cîvneke awarte lidar xist.

Fraksiyonên Kurdistanî û parlamenterên Sunne di wê civînê de beşdar nebûn.

Parlamenterên ku bo civînê kom bûn, zêdetir ser bi fraksiyona Bina, fraksiyonên Şîe ve ne.

Di parlementoyê de dirûşmên li dijî Amerîkayê hatin dayîn.

Ji hêla din ve, Wezareta Karên Derve ya Iraqê Balyozê Amerîkayê ban kir û kiryara Waşîngtonê ya têrora Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê şermezar kir û ew yeka binpêkirina serwerîya Iraqê wesif kir.