Serokwezîrê Iraqê: Serdar Silêmanî roja Înîyê ligorî gazîkirina min hatibû Iraqê
Serokwezîrê Iraqê got ku Serdar Silêmanî roja Înîyê ligorî gazîkirina min hatibû Bexdayê ta ku em civînekê derbarê alûgurên Iraqê û navçê de lidar bixin.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî îro ragihand ku serdar Qasim Silêmanî berbanga Înîyê ligorî daxwaza min ji Sûrîyê hatibû Bexdayê ta ku em civînekê têkildarî meseleyên Iraqê û navçê lidar bixin. Wî got ku biryar bû ez siet 8:30 bi serdar Silêmanî re hevdîtinê pêk bînim ta ku bersiva nameyeke ji Erebistanê raberî Îranê bikim.
Serokwezîrê Iraqê herwiha got ku lê hêzên amerîkî ligorî fermana Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di encama êrişa bi balafirên bêfirokevan de serdar Qasim Silêmanî û hevrêyên wî û Cîgirê Fermandeyê Heşdi Şeibîyê kirin armanc û kuştin.
Serokwezîrê Iraqê got ku di rojên berî bûyera êrişa ser serdar Silêmanî û hevrêyên wî de me derbarê lêborînxwestina Waşîngtonê bi hegera êrişa ser binkeyên Heşdi Şeibîyê yên li Iraqê bi alîyên curbicur re gotûbêj kiribû.