Hevalbendîya Sairûnê: Bila Parliman qanûnekê di warê derxistina amerîkîyan ji Iraqê bipejirîne
Hevalbendîya Sairûnê li Parlimana Iraqê xwest ku qanûnek di warê derxistina amerîkîyan ji Iraqê were pejirandinê.
Hemdullah Rekbanî Berdevkê Hevalbendîya Sairûnê li Parlimana Iraqê bi gotina vê yekê ku divê planeke zelal li Parlimanê jibo derxistina hêzên amerîkî ji Iraqê hebe, dîyar kir: Plana berxwedana himberî dagirkerên amerîkî, helwesteke neguher jibo hemî partîyên netewî li Iraqê ye.
Xelk û gellek berpirsên iraqî midehek e ku dixwazin hêzên amerîkî ji wî welatî derkevin.
Hemdullah Rekbanî Berdevkê Hevalbendîya Sairûnê li Parlimana Iraqê amajeyî şehîdbûna general Qasim Silêmanî Fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Heşdi Şeibîya Iraqê di encama êrişa hêzên têrorîst ên amerîkî li Bexdayê de kir û got: Ew cinayeta Amerîkayê binpêkirina serwerîya Iraqê ye û Hevalbendîya Sairûnê dagirkerîya Amerîkayê bi hîç awayekî qebûl nake.